May 19, 2017 17:54 Asia/Tehran
  • Sipasiya Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Têhranê ji beşdariya berfireh a gelê Îranê li hilbijartinê

Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Têhranê beşdariya berfireh û bicoş a gelê Îranê ser sindûqên dengdayînê, giring da zanîn.

Ayetullah Muhemed Elî Muhwehidiyê Kirmanî li xutbeyên  vê heftiyê yên nimêja îniyê ya Têhranê bal kişand ser lidarxistina  hilbijartinên serokkomariyê û konseyên Îslamî yên gund û bajrêran û got: ``Gelê Îranê ser sindûqên dengan, beşdariyeke  azad û bi ewlehiyeke tam  hene ku ev mijara pir giring e``. 

Pêşnimêjê berwext ê Têhranê destnîşan kir: ``Ewlehî û azadiya  tam a Îranê li halekî ye ku piraniya  welatên cîhanê di bêewlehiyê de ne û ew jî ji azadiya ku li Îranê heye, ecêbgirtî mane û  li hêviya hebûna ewlehiyek mîna ya li Îranê ne``.

 Muhwehidiyê Kirmanî destnîşan kir:

``Aramî, ewlehî û azadiya Îranê li saya yekitî, îman û morala inqilabî ya gelê Îranê hatiye dest``.

Wî her wiha ser xurtkirina  hêza eskerî û berevaniyê  ya Komara Îslamî tekez kir û got: ``Hêzên çekdar, roleke  giring  li îqtidara Îarnê hene.

Ayetullah Muwehidiyê Kirmanî her wiha  serketinên  Heşa Şebî û artêşa Iraq û Sûriyê li hember grûpên terorîstî li gel û dewleta van welatan  pîroz kir.

Pêşnimêjê demkî yê Têhranê li dawiyê bal kişand ser Menfûrbûna serokkomarê Amerîkayê li nav û dervey vî welatî û got: ``Siyasetên  dewleta Amerîkayê jibo piştiriya ji grûpên  terorîstî yên navça Rojhilata Navînê û Rejîma Siyonîstî bûye sedema rezîlî û zîleta Waşngtonê li cîhanê``.