May 19, 2017 13:08 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Îranê jî dengê xwe avête sandiqên dengdanê

Hucetul-islam wel-muslimîn Hesen Rûhanî li destpêka pêvajoya dengwergirtinê ya hilbijartinê seredana Husêyîniyeya Êrşadê kir û dengê xwe avête sandiqa dengdanê.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Îro roja îniyê, 19`ê Gulanê li Îranê û gelek welatên cîhanê hilbijartinên serokkomarî û Konseyên Îslamî yên Gund û Bajaran destpê bû û li dem û gavên destpêkê yên hilbijartinê da rêberê giranqedre Înqilabê jî dengê xwe avête sandiqên dengdanê.

Hilbijartinan di demjimêr 8`ê serê sibehê bi dema Tehranê dest pê bû û wê heta demjimêrên êvarê dewam bike.

Hucetul-islam wel-muslimîn Hesen Rûhanî li destpêka pêvajoya dengwergirtinê ya hilbijartinê seredana Husêyîniyeya Êrşadê kir û dengê xwe avête sandiqa dengdanê.

Hesen Rûhanî, Ibrahîm Reyîsî, Mistefa Haşimîteba, Mistefa Aqamîrselîm 4 berbijarên hilbijartinên serokomarîya Îranê ne.