May 19, 2017 09:14 Asia/Tehran
  • Hilbijartina serokomartiya Îranê îro sibê dest pê kir

Dora duwazdehem a hilbijartina serokomartiyê li Îranê îro di demjimêr 8`ê sibê da li Îranê û 102 welatan û 310 navendan dest pê bû.

Li gorî rapora ISNA`yê, demjimêr 8`ê sibeha îro, li ser fermana wezîrê karên navxweyî, ``Hilbijartina serokomartiya ya sala 1396`an a Koça tavî`` li navendên dengwergirtinê yên seranserî welêt û cihên diyarkirî li derveyî welêt dest pê bû.

Her wiha roja buhurî serokê taxima çavdêriya li ser hilbijartina Dora duwazdehem a hilbijartina serokomartiyê li Îranê li derveyî welêt, got: ``Dora duwazdehem a hilbijartina serokomartiyê li Îranê li 102 welaran û 310 navendnên dengdanê tê lidarxistin``.

Hesen Qeşqavî roja pêncşemiyê got: ``55 navendên dengdayînê li Amerîkayê, 21 navendên dengdayînê li Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (Imarat), 22 navend li Iraqê û 12 navend li Brîtanyayê wê dengê welatiyên îranî werbigirin``.

Wî got: ``Digel viya ku hewildanên ji bo lidarxistina hilbijartinê li Kanadayê negihîştine encamê, biryar hat dayîn ku çend sindoqên dengan li sînorê Kanada û Amerîkayê wê dengê hemwelatiyêîn îranî werbigirin``.

Cîgirê konsolxane û karên parlimanê yê wezareta karên derve ya Îranê tevî amajeya bi pêşwaziya îraniyên derveyî welêt li Dora duwazdehem a hilbijartina serokomartiyê li Îranê, got: ``Kiryarên pêweîst ji bo birêvebirin û çavdêriya li ser hilbijartinê pêk hatine``.

Qeşqawî got ku di demjimêr 8`ê sibê di roja îniyê da heta demjimêîr 18 li her welatekî  dê dengên beşdaran bên wergirtin û eger pêwîst bike balyoz û nûnerên Îranê li van welatan dikarin dema wergirtina dengan dirêj bikin.

Dora duwazdehem a hilbijartina serokomartiyê li Îranê hevdem digel dora pêncan a hilbijartina Konseyên îslamî yên Gund û Bajaran îro dest pê bûye.