Nîsan 21, 2017 19:05 Asia/Tehran
  • Zerîf: Amerîkayê can û naveroka Lihevkirina Navokî binpê kiriye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamiya Îranê, careka din li ser bêsoziya Amerîkayê li ser Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar (Lihevkirina Navokî) pêkutî kir.

Mihemed Cewad Zerîf, serokê Komara Îslamiya Îranê, roja îniyê wek berteka li hember gotinên serokkomarê Amerîkayê, li rûpela xwe ya Twitter`ê nivîsî: Amerîkayê heya niha him naveroka Lihevkirina Navokî û him jî canê vê lihevkirinê, binpê kiriye.

Donald trump, Serokkomarê Amerîkayê, roja pêncşemiyê li civîneka hevpar a çapemeniyê tev Paolo Cêntîlonî, serokwezîrê Îtalyayê li Koşka Sipî îdia kir: Îran pêbendî canê Lihevkirina Navokî nîne.

Îdiaya Trump li halekî ye ku li gorî raporên curbicur ên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê û Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY), Îranê hertim hemî sozên xwe li ser Lihevkirina Navokî cih anîne.

Fêdêrîka Mogêrînî, berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) jî vê dawiyê li ser vê yekê sekinî ku Lihevkirina Navokî, ya civaka navneteweyî ye û got: Eva lihevkirinek nîne ku bi awayekî dualî hatibe amadekirin û meriv bikaribe guhertinek têde pêk bîne.

Îranê û koma 5+1`ê yanê Ingilistan, Fransa, Rûsya, Çîn, Amerîka û Almanya, 14`ê Tîrmeha 2015`an hevhatinnameyekê li ser bernameya navokî ya Îranê îmze kirin, ev hevhatinnameya 16`ê Çileya 2016`an kete qonaxa cihanînê.