Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Têhranê: Gel bi beşdariya xwe ya berfireh li hilbijartinê, dê hêza Îranê nîşan bide
Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Têhranê destnîşan kir: Gelê Îranê dê bi beşdariya xwe ya berfireh li hilbijartinê, qaweta Komara Îslamî ya Îranê nîşan bide.
Ayetullah Muhemedelî Muwehidî Kirmanî li xutbên nimêja îniyê ya Tehranê bal kişand ser vê yekê ku gel divê bala xwe bide ser hestyariya mesela hilbijartinê û destnîşan kir: Gelê Îranê bi beşdariya xwe ya bicoş li hilbijartinê dê nîşan bide ku nizama Îslamî ya Îranê piştîvaneke gelanî ya xurt heye.
Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Têhranê bal kişand ser vê yekê ku gel divê xalên erênî û neyînî yên berbijaran berçav bigrin û got : Berbijarên ku hêjatiya wan hatiye piştrastkirin, soz û qirarên ku cih nayên, nedin.
Ayetullah Muwehidî Kirmanî netirsîna ji dijminan bi taybet Emerîkayê, pêwîstiya kesayetiya serokê Komara Îslamî ya Îranê da zanîn û destnîşan kir: Divê serokê Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî ciddî û bi qawet li ber planên dijminên Îrana Îslamî raweste.
Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Têhranê bal kişand ser fitneya sala 1388`an a Koça Tavî (2009`an) piştî hilbijartinên serokkomariya Îranê û tekez kir: Nefermaniya li hember dengê Konseya Çavdêr weke dijminatiya li hember Îslamê ye.
Ayetullah Muwehidî Kirmanî her wiha bal kişnd ser êrişa vê dawiyê ya Emerîkayê ser navenda hewayî ya El-Şueyratê li parêzgeha Himsa Sûriyê û destnîşan kir: Êrişa Emerîkayê ser Sûriyê ji bîr naçe.
Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Têhranê, bal kişand ser vê yekê ku cinayetên emerîkiyan her roj zêdetir dibin û destnîşan kir: Emerîka hertim hewl dide bi lawazkirina welatan, wan ji holê rake.
Ayetullah Muwehidî Kirmanî bal kişand ser vê yekê ku divê em bi xurtkirina qaweta berevaniyê li hember gefên Emerîkayê rawestin û destnîşan kir: Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi qawet li hember gefên dijmian sekinîne.
Pêşnimêjê nimêja îniyê ya Têhranê her wiha bal kişand hevhatina navbera Rêxistina Hec û Ziyaretê ya Îranê tev Erebistanê jibo şandina heciyên îranî bo mersima hecê û got: ``Nabe ku em li bara soz û qirarên Rejîma Siûdî jibo dabînkirina ewlehiya heciyên îranî geşbîn bin``.
Ayetullah Muwehidî Kirmanî bal kişand ser vê yekê ku hîn birînên karesata Minayê xweş nebûne û destnîşan kir: ``Eger ewlehî tine be, hec ferz nîne``.