Nîsan 21, 2017 11:45 Asia/Tehran
  • Çînî li projeyên nijyara parêzgeha Îlamê sermayê bikar tînin

Bi amadebûna desteyeke sermayeguzar a Çînê li parêzgeha Îlamê û gotûbêja ligel berpirsên pilebilind ên vê parêzgehê, çînî li projeyên nijyara parêzgeha Îlamê sermayê bikar tînin.

Li gorî rapora navenda peywendîyên giştî a Dayra Aborî û Darayîya parêzgeha Îlamê, di civînekê da ku di navbera desteya çînî û parêzgarîya Îlamê pêk hat da, her du alîyan li bara sermayedanîna kêrhatî ya Çînê li proje û nijyarên vê parêzgehê gotûbêj û rawêjkarî kirin.

Mihemedriza Mirvarîd parêzgarê Îlamê di vê hevdîtinê tevî pêkutîya ser berfirekirina peywendîyên aborî yên Îran û Çînê got: Sermayedanîna Çînê li bendava Çinarê, rêya hesin a rojavaya welêt û çêkirina rêya mezin a Kirmanşan-Islamabad-Homêyl- Mêhranê, derfetek jibo qazanca desteya aborîyê ya Çînê û pêşketina aborîya parêzgeha Îlamê ye.

Wî bal kişand ser muzakirên berê ku bêencam bûn û soz da: di rewşa liyêkgiheştina ligel şîrketa çînî û soz da ku bixwe ligel wezaretxanên têkildar bikeve têkilîyê.

Şîrketa China State Construction yek ji 500 şîrketên ticarî yên sereke yên cîhanê ye ku di warên curbicur yên wek rê, pir, avahî, plankarî û endazyarîyê da çalak e.

Vê şîrketê bi lêkolîna berfire li bara planên sermayedanînê yên parêzgeha Îlamê, meyla xwe jibo pişkdarîya li projeya bendava Çinarê û rêya hesin nîşan daye.

Hêjayî gotinê ye ku derfetên sermayedanînê yên parêzgeha Îlamê, li malperên Dayra Aborî û Darayîyê û Parêzgarîya vê parêzgehê bi çend zimanan jibo sermayedanînê hatine nasandin.