Nîsan 21, 2017 10:15 Asia/Tehran
  • Xoşrû: Dagirkerîyên Israîlê çavkanîya hemî pirsgirêkên Rojhilata Navînê ne

Nunerê dayimî yên Îranê li NY dagirkerî û destdirêjîyên Rêjîma Sîyonîst çavkanîya hemî pirsgirêkên Rojhilata Navînê zanîn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Xulamelî Xoşrû li civîna duh a Konseya Ewlehîyê ku bi merema hilkolandina meseleyên Rojhilata Navînê û Filistînê hat lidarxistin, bal kişand ser rewşa niha ya herêmê û got: Dagirkerî navend û bingeha sereke ya hemî nîqaşên navnetewî yên têkildarî Rohilata Navînê ye lê, Amerîka bi lomekirin  rexnekirina her kesî bilî rêjîma dagirkerê Qudsê, dewsa çareserkirina meseleyê, hewl ewê pak bike.

Nunerê dayimî yê Îranê li NY herwiha got: Rêjîma Sîyonîst ji sala 1948`an va herîkêm 14 caran êrişî welatên navçê kirîye û bi dewama wajonekirina peymana qedexeya berfirekirina sîlehên navokî û konvansyonên qedexeya berfirekirina sîlehên kîmyewî, hemî mêkanîzm û peymanên navnetewî yên qedexekirinê kirine pêkenî.

Xoşrû bi pêkutîya li ser vîya ku Rêjîma Sîyonîst tenha berbenda ser rêka paqijkirina Rojhilata navînê ji sîlehên tevkujîyê ye û sîlehê atomî di destê vê rêjîmê da hene û ev yeka gefa herîcidî li hemberî gişk welatên navçê û zanî û got ku şopandina vê mijarê erka herîgirîng a Konseya Ewlehîyê ye.

Xoşrû têkildarî karesata li Xanşêxûna Sûrîyê jî got: Ev êrişa li halekî pêk hat ku komên têrorîst ên Cebhetunusr û DAIŞ hela jî sîlehên kîmyewî destê wwan da hene û NY jî piştrast û erê kirîye ku Sûrîyê sîlehên kîmyewî ji nav birin.

Nunerê dayimî yê Îranê li NY herwiha got: Êrişa Amerîkayê ser Sûrîyê ku bêyî lêkolîneke serbixwe û bêyî çavdêrîya NY pêk hat, mînaka eyan a êrişa ser endamekî NY û binpêkirina aşkira ya menşûra NY û qanûnên navnetewî ye.

Xoşrû ev kiryara Amerîkayê peyameke zelal jibo têrorîstan zanî ku ji wan re dibêje cinayetên wek yên ku di 4`ê Nîsanê da kirine dubare bikin û bi van kiryarên bikîn, xelatan ji Amerîkayê wergirin.