Adar 20, 2017 15:38 Asia/Tehran
  • Rêberê qedirgiran ê inqilabê, Sala 96`ê sala Aborîya Berxwedanê, Berhemanîn û Karkirinê binav kir

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê li peyamekê bi boneya destpêbûna sala 1396`ê, salroja jidêbûna hezreta Fatimeya Zehrayê(S) û cejna Newrozê li hemî îranîyan nemaze li malbatên giranqedir ên şehîd, canbaz û fidakaran pîroz kir û hêvîya saleke tijî xêr û bereket, ewlehî û rehetîyê jibo gelê Îranê û misilmanên cehanê kir û sala nû sala `` aborîya ser bingeha berxwedanê, berhemanîn û karkirinê`` binav kir.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya nivîsgeha rêberê qedirgiran ê inqilabê, hezretê ayetulah Xaminêyî, sala 1395`ê salek ligel talatî û şîrînîyan jibo gelêl Îranê zanî û bal kişand ser hinek sedemên herî girîng ên şabûna gelê Îranê di sala buhurî da û got: Rûmeta Îranê û pênaseya gelê ezîz li hemî mesleeyên sala 1395`ê kifş bû û dijmin li her dera dinyayê li bara iqtidar û mezinatîya gelê Îranê li xwe mukur hatin.

Rêberê qedirgiran ê inqilabê, pişkdarîya pirrcoş û li gorî xîretê ya gelê Îranê li meşa roja 22`yê Behmenê bersivek li hemberî bêrêzîya serokomarê Amerîkayê li Komara Islamî ya Îranê zanî û kombûna gelê Îranê di roja Qudsê da nîşana pênase û armancên bilind ên gelê Îranê binav kir û got: Cînarên Îranê û welatên navçê tûşî bêewlehîtîyê bûne lê, ewlehbûna Îranê di rewş û atmosfera aloz a navçê û asta navnetewî da pîvaneke zef girîng bû û gelê Îranê seranserî salê di nava ewlehîya mayinde da derbas kir.

Hewldan, vîyan û xîreta ciwanane û hereketên bawermendane yên berfire, 2 pîvanên din li nirxandina serketin û pêşketinên gelê Îranê bûn ku hezretê ayetulah Xaminêyî amajeyî wan kir û got: Dîtin, haydarbûna ji çalakîyên pirrcoş û xuliqkarane yên zanistî, çandî, berhemanîn û werzişî yên bi hezaran komên ciwan li seranserî Îranê û lidarxistina civîn û çalakîyên germ û balkêş ên dînî, ji wan xalên erênî û kêfxweşkir jibo welat û gelê Îranê bûn.

Rêberê qedirgiran ê inqilabê bal kişand ser pêkutîya ser `` pêngavrakirin û karkirinê`` ku navê sala 1395`ê bû û amajeyî wan karên baş kir ku berpirsên welêt rapora wan raberî rêberê inqilabê kirine û got: Helbet navbereke dirêj di navbera karên hatine kirinê û çavrêtîya gel û rêber de heye û divê mirov amarên erênî û nerênî li rex hev bibîne.

Rêberê qedirgiran ê inqilabê herwiha got ku aborîya ser bingeha berxwedanê bi tena serê xwe kêrhatî nine û li bara rêçareya rewşa niha got: Rêçare, darêştina aborîya ser bingeha berxwedanê ser esasa xalên kilîdî û girîng û hewldana hemî berpirsan û gel ser bingeha wan xalan e û ew xalên kilîdî evana ne: Berhemanîna navxweyî û karkirin nemaze karkirina ciwanan.

Hezretê ayetulah Xaminêyî li gorî vê pêwîstîyê, sala 1396`ê sala `` aborîya ser bingeha berxwedanê, berhemanîn û karkirinê`` binav kir û got: Baldarî û plankarîya ser bingeha van xalên kilîdî, daxwaza rêber û gelê Îranê ji berpirsên welêt e ku yê bibin sedema serkevtinên berbiçav û berpirs divê di dawîya salê da raporê raberî gel bikin.