Adar 20, 2017 12:43 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Aştî û yekitî li welatên ku Newrozê pîroz dikin, daxwaza gelên navînrê ye

Serokê Komara Islamî ya Îranê li peyamên cida, hatina sala 1396`ê û cejna Newrozê li serokên welatên Efganistan, Tacîkistan, Pakistan, Azerbaycan, Tirkmenistan, Ermenistan, Tirkîye, Qazaqistan, Qirqîzistan, Hindûstan û Uzbekistanê pîroz kir.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokomarîya Îranê, Hesen Rûhanî li peyamên cida bo serokên 11 welatên ku Newrozê pîroz dikin, bi gotina vîya ku Newroz cejna herîbedew a xwezayê ye, got: Ev cejna nîşana navînrêtî, aramî, germî, ronahî, mişebûn û coş û geşatîyê ye ku Xwedayê mezin dide insanan.

Rûhanî, aştî û yekitî li devera kevnar a Newrozê pîroz dike, daxwaza gelên navînrê zanî û got: Dinya roja îro ji her demekê zêdetir hewcedarê hêvîyê ye ku bi saya wê rêzê li hebandin, evîn û semîmîyetê bigire û welatan dewsa sekinîna li hemberî hev jibo danûistandinê teylîf bike.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Gel dikarin bi saya hêvî, aştî û aramîyê di bin sîya yekitî û danûistandinê da, li hemberî îmaja kirêt û rezîl a ku hasila şaşfemkirina olê û zêdegavîya qebîleyî ku berhema wê têrorîsm e, bisekinin.

Rûhanî li dawîya peyama xwe saleke tijî şayî jibo gelên welatên Efganistan, Tacîkistan, Pakistan, Azerbaycan, Tirkmenistan, Ermenistan, Tirkîye, Qazaqistan, Qirqîzistan, Hindûstan û Uzbekistanê xwest.