Adar 19, 2017 11:14 Asia/Tehran
  • Hevdîtina rêberê qedirgiran ê inqilabê û komek ji pesinderên ehli beytê (S)

Hejmarek ji pesinderên ehli beytê (S) di salroja jidêbûna hezreta Fatimeya Zehra (S) da yê bi hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ra hevdîtinê pêk bînin.

Îro yekşem 29`ê Isfendê, 20`ê Cemad ul Sanîya sala 1438 a Hicrî-Qemerî, 19`ê Adara 2017`ê, salroja jidêbûna bimbarek a hezreta Fatimeya Zehra (S) keça pêxemberê hêja yê islamê (S) ye.

Bi boneya salroja jidêbûna xatûna her du aleman, keça hêja ya resûlê ekrem (S) sidîqeya tahire hezreta Fatimeya Zehra (S), li seranserî Îranê cejn û şayî ye.

Rewşa seranserî Îranê nemaze bajarên pîroz ên Qum û Meşhedê cida ye û hogir û evîndarên binemala resûlê ekrem (S) bi xemilandina kûçe û kolanan nemaze bi vêxistina rêzelampan bi şayîyê vê boneya bimbarek pîroz dikin.