Çile 10, 2017 14:19 Asia/Tehran
  • Meytê ayetullah Haşimî Refsencanî ispartin axê

Meytê serokê Civata Diyarkirina Berjiwendiyên Nizama Îslamî ya Îranê rehmetî ayetullah Haşimî Refsencanî li nav Herema Paqij ya Xêmdarê Komara Îslamî ya Îranê ispartin axê.

Li gor rapora IRNA, meytê serokê Civata Diyarkirina Berjiwendiyên Nizama Îslamî ya Îranê rehmetî ayetullah Haşimî Refsencanî îro bi beşdariya bi sedan hezar kesan ji xelkê tazîdar ê Îranê li zanîngeha Tehranê hat oxirkirin û ji wir ew heya herema paqij a Îmam Xumeynî Xêmdarê Komara Îslamî ya Îranê bi rê xistin û li wir ew ispartin axê.

Rêberê Înqilaba Îslamî Hz. ayetullah uzma Xamineyî li zanîngeha Tehranê li ser meytê ayetullah Haşimî Refsencanînimêj kir. Li merasima oxirkirina meytê serokê Civata Diyarkirina Berjiwendiyên Nizama Îslamî ya Îranê gelek ji rayedarên siyasî û leşkerî yên Îranê û gelek jii sefîrên welatên cihanê yên li Tehranê beşdarî kirin.

 Serokê Civata Diyarkirina Berjiwendiyên Nizama Îslamî ya Îranê rehmetî ayetullah Haşimî Refsencanî êvara yekşemê ji ber nexweşiya dil li nexweşxana Şuheda ya Tecrîşa Tehranê çû ber dilovaniya Xwedê teala.