Cotmeh 17, 2020 22:21 Asia/Tehran
  • Li Amedê ji bo nasandina muzîka Kurdî û cihên dîrokî konserên online tên lidarxistin

Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê ji bo nasandina muzîka kurdî û cih û warên dîrokî yên Amedê, li cih û warên navdar ên bajêr dest bi konserên online kir. Konsera kurdî li Şikeftên Hesûnê dest pê kir, lê heta Nîsana 2021'an dê li 10 cihên din ên dîrokî jî 9 konserên din bide. Muzîk, awaz û amûrên van konseran ji aliyê keç û xortên kurd ên di bin banê Ma Muzîkê de tên pêşkêşkirin. Eleqeya li hemberî van konserên online ji niha de gelek zêde ye.

Ev dengê ku ji kûrahiya Şikeftên Hesûnê tê, bi riya ciwanan vejandina dîroka devkî ya dengbêjiyê ye.

Li aliyekî sentûr, li aliyek def û li aliyekî jî awazên çand û hunera kurdî.

Ev yekemîn konsera kurdî ya online ku li cih û warên dîrokî yên Amedê pêk tê. Serkêşa vê konserê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê ye. Rêveberên odeyê, dixwazin dîrok û çanda kurdan bi vê konsera online bigihînin hemû kurdên cîhanê.

Konsera ku bi şev saet di 8'an de li ser torên medyaya civakî bi awayeke zindî hate belavkirin, rastê eleqeyeke mezin hat. Yek ji sedema vê eleqeya zêde jî hebûna Ma Muzîkê ye ku ev 10 sal in zarok û ciwanên kurd di hêla muzîkê de perwerde dike. Ew hêmaya sereke ya vê konserê ne.

Berpirsyarê Ma Muzîkê, Şêrko Kanîwar dibêje: “Bi kurmancî, bi soranî, bi zazakî, belkî bi hewramî, bi lorî dê di nava repertûara me de stran hebin. Em ê dem bi dem jî hinek hunermendên cuda bikin mêvan.”

Li Şikeftên Hesûnê kilama Lawikê Metînî li çiya û baniyên Amedê olan dide. Ev deng dibe awaz, dibe coş û peroş û di projeya zincîre konseran de dikemile.

Lewre Odeya Bazirganiyê û Ma Muzîk di serî de li Kela Zêrzevanê dê li 9 cih û warên din ên dîrokî jî 9 konserên din ên bi kurdî bidin. Projeya konserên online dê heta meha nîsanê ya 2021'an berdewam bike.

Serepeyv