Îlon 21, 2020 19:20 Asia/Tehran
  • Li Misirê di nava çend rojan de 27 darbestên 2500 salî hatin dîtin

Rêveberên Misirî ragihandin ku di nava çend rojan de li Sakkarayê 27 darbest (sindirîk) derxistine. Hate ragihandin ku ev darbest 2 hezar û 500 sal berî niha ne.

Rêveberê Misrî yên roja Yekşemê daxuyaniyek dan, li bîrek a li Sakkara ya dikeve başûrê rojavayê Qahîrê 14 darbestên nû yên 2 hezar û 500 sal berî niha derxistin holê. Berî hefteyekê jî li heman deverê 13 darbest hatibûn derxistin.

Sîteya Sakkara 25 kêlometre dikeve pramîdên (ehram) platoya Gîzeyê. Li vê herêmê bi taybet dema fîraûnan pramîdê navdar ê Zoser heye.

Ev avahiyê ku Berî Mîladê 2 hezar û 700 sal ji aliyê endezyar Îmhotep ve hatiye çêkirin, li ser rûyê erdê yek ji avahiyên herî kevin tê nîşandan.

Rayedarên Misirî bi salan in keşfên arkeolojî radigihînin û hêvîdarin bi van keşfan turîzmê li welatê xwe geş û berfire bikin.

Wezareta Kevnare û Turîzmê got: “Demeke nêzîk di kolandinên nû de wê darbestên nû derkevin holê”. Wezaretê ji bo keşfên li Sakkarayê diyar kir ku ew ‘destpêk’ e.

Serepeyv