Îlon 21, 2020 09:29 Asia/Tehran
  • Qonaxa duyem a Pêşbirkên Beza Kilûbên Jinan a Îranê bi dawî bû

Qonaxa duyem a Pêşbirkên Beza Kilûbên Jinan a Îranê bi cîbecîkirina çend rekorên di asta kilûban û neteweyî da bi dawî hat.

Li gorî rapora ISNAyê, Qonaxa duyem a Pêşbirkên Beza Kilûbên Jinan a Îranê di 19 û 20ê Îlona 2020î da li navenda werzişî ya Aftaba Înqilabê hat lidarxistin û di dawî da çend rekorên neteweyî hatin cîbecîkirin.

Di roja duyem a Qonaxa duyem a Pêşbirkên Beza Kilûbên Jinan a Îranê da Jale Kardan di çiqa Kewkîkirina Dîskê da bi tomarkirina encama 50.43 rekora xwe ya berê jorda bir.

Meryem Mehmûdî di çiqa Beza 800m 2:13.43 deqîqe tomar kir û rekora kilûban ku berê di destê Toktem Destarbendan bû işkand.

Mehsa Mîrza Teyibî di Bazdana Bi Rimê bo cara yekem di dîroka werzişa jinan li Îranê ji ser berbenda 4 metrî derbas bû.

Reyhane Aranî di Kewkîkirina Çakûşê da rekora vê yekê işkand.

 

Serepeyv