Îlon 21, 2020 09:17 Asia/Tehran
  • Fûtbala Tirkiyê; Tîmên kurdan xweş dest pê nekirin

Pêşbirkên Lîgên 2'yemîn û 3'yemîn ên Tirkiyê duh dest pê kirin ku çend tîmên kurdan jî di nav van lîgan de dilîzin. Lê hin tîm bi ser ketin hin têkçûn.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Pêşbirkên Lîgên 2'yemîn û 3'yemîn ên Tirkiyê duh dest pê kirin ku çend tîmên kurdan jî di nav van lîgan de dilîzin. Lê hin tîm bi ser ketin hin têk çûn.

LÎGA 2'YEMÎN

Amed Spor îsal di Koma Spî ya Lîga 2'yemîn de ye. Amed Sporê duh tîma "Anagold 24Erzîncanspor" kir mêvan. Nîveka yekemîn a Pêşbirkê bi encama 0-0 bi dawî bû. Di deqîqeya 56'an de ji Amed Sporê "Abdullah Çetin" Kerta Sor wergirt û tîma xwe 10 kes hişt. Paşê di deqîqeya 74'an de Mustafa Ethem Erboga ji penaltiyê gola Erzîncanê avêt û 3 puen birin mala xwe.

"Van BB Spor" jî di Lîga 2'yemîn lê di Koma Sor de dilîze. Van BB li Tarsus Îdman Yûrdû bû mêvan û Pêşbirka wan bi 1-1'ê bi dawî bû. Her du tîman puen parve kirin.

LÎGA 3'YEMÎN

Di Lîga 3'yemîn de jî çend tîmên kurdan hene. Ji van Diyarbekir Spor di Koma 1'emîn de ye. Diyarbekir Spor li Manîsayê bi encama 1-0 bi ser ket û 3 puenên xwe wergirtin. Di Koma 2'yemîn de Mardînê Tokatspor bi 6-0 têk bir. Lê di heman komê de Agrî 1970 Spor li Kahtayê bi 3-0 têk çû.

Di Koma 3'yemîn de "Batman Petrolê" taxima Erbaa'yê bi 2-1 têk bir. Ji heman komê Cîzre vê hefteyê nelîst. Di koma 4'an de Sîîrt Îl Ozel Îdare heye Pêşbirka wan jî îro nîn Bû.

 

 

 

Serepeyv