Îlon 20, 2020 02:20 Asia/Tehran
  • Pirtûka Talik, berhema helbestên 'Şîrkûh Pehlewanî' hat çapkirin

Pirtûka Talik, berhema helbestên Şîrkûh Pehlewanî bi zimanê Kurdiya Kurmancî û bi rênivîsa aramî ji aliyê Weşana Bîjen Yordê li bakurê Xorasanê hat çapkirin

Li gorî rapora Sahar TV'yê, Elîriza Spahî Layîn, helbestvan û nivîskarê xorasanî li ser vê berhemê gotiye: "Xwîner dikare li vê pirtûkê ku ji sed helbestên cûrbicûr pêk hatîye, ji "Qulimkan" (kurtehelbestan) dest pê bike û ji helbestên "Azad" û "Kilasîkên Kurt" derbas bibe heta ku xwe bigihêje Xezelan. Dikare talitîya jinavçûna zimên û tunebûna pirtûkan tam bike heta bigihêje şîrînîya eşqê."

Ev pirtûk yekem berhema helbestê ya Şîrkûh Pehlewanî ye. Berhema xortekî ji malbateke kurdên Xorasanê ku heta temenê bîst û çar saletiyê bi zimanê malbatê, zimanê bav û kalên xwe nedizaniye û nediaxiviye.

Ew dibêje: "Piştî êrîşên DAIŞê li ser Kobanê û Şengalê û bûyerên qewimî di civaka kurdan da zêdetir bi kul û êşên hevzimanên xwe hesîyam; Vêca min dest bi hînbûna kurdî û axaftina bi zimanê bav û kalên xwe kir."Pirtûka "Talik"ê yekemîn berhem li Xorasanê ye ku têda helbestên Azad hene. Li Xorasanê pirtir helbestên kilasîk û li gorî kêşê hatine gotin.

Tişta balkêş li helbesta Şîrkûh Pehlewanî hebûna qalibeke nû ya helbestgotinê bi navê Qulmikê ye; Qalibeke azad ku ji hêla qas û rêzan de, ji kurtehelbestên "Sêxiştî" û "Çarokê" hatîye wergirtin, lê ji hêla babet û naverokê de, têkildarî helbestên modern e û hinekî jî dişibe Haykuyê.

Helbestek ji vê pirtûkê:

Hejmar!

Dibêjn li welatê min, Xorasanê

Sê miliyon kurd hene

Tu kesî ew nehêjmirtne

Lê dibêjin!

Min carekê hejmart!

Hejmara me

Bi qasî pirtûkên me bû!!

 

Serepeyv