Îlon 20, 2020 02:19 Asia/Tehran

Di van salên dawî de Amed Sporê zehmetî dikişand ku ji bo formayên xwe sponsorek peyda bike û niha Uzeyîroglu Înşaat bû sponsor.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Amed Sporê û Uzeyîroglu Înşaat li hev kirin ku navê "Uzeyîroglu Înşaat" li ser formayên Amed Sporê be. Klûba Amed Sporê ji bo vê sponsoriyê sipasiya Serokê Lijneya Rêveberiya Uzeyîroglu Înşaat Yilmaz Uzeyîroglu kir.

Uzeyîroglu ji Agirî ye û li derdora xwe wekî kurdekî baş tê nasîn. Karsaz Yilmaz Uzeyîroglu di hilbijartina herêmî ya 2019'an de ji bo Şaredariya Agirîyê ji HDP'ê bûbû pêşberendam.

 

 

Serepeyv