Tebax 07, 2020 18:42 Asia/Tehran
  • Bernamên Fedrasiyona Hendbalê ya Îranê maye ser biryra Konfedrasiyona Asyayê

Sekreterê Fedrasiyona Hendbala Îranê got: Ji bo despêbûna lîga Hendbalê em li benda bersiva Konfedrasiyona Asiyayê ne û ger pêşbirkeyên asyayî di rêzên curbicur de paşda bikeve, lîga mêran û jinan jî wê ji despêka payîzê despê bibe.

Ji ber pandemiya Koronayê pêşbirkeyêln Hendbala qehremanî ya ciwan û ciwanên nûgihan ên Asyayê herwek gelek ji pêşbirkeyên werzişî paşda ket. Îran mazûvanê pêşbirkeyên Hendbala qehremaniya Asyayê ya Ciwanan e û li gor ragihandina herî dawiyê ya Konfedrasiyona Asyayê biryar e ev pêşbirkey li despêka payîza îsal li Şîrazê despê bibin.

Herwiha li gor ragihandina berê ya Konfedrasiyona Asyayê pêşbirkeya qehremanî ya Asyayê ya ciwanên nûgihan û pêşbirkeyên kûpa klûpên Asyayê li meha duyem a payîzê û pêşbirkeyên qehremaniya Asyayê ya jinan jî li meha sêyem a payîzê wê li dar kevin.

Lê ji ber kontrolnebûna koronayê li gelek welatên cîhanê diqewme ev pêşbirke dîsa paşda bikevin û qirar bû, biryara dawiyê ser vê yekê li desêka Tebaxê were dayîn  ku hîn jî Konfedrasiyona Asyayê ya Hendbalê di vê barê de   ti tişt negotiye û dema lidarketina lîga Îranê jî maye ser biryara Asyayê.

Serepeyv