Tebax 03, 2020 18:32 Asia/Tehran
  • Perê ku guleştgir distînin gelekê kêmtir ji perê ku kûrsên din distînin e

Guleştgirê xûzistanî ku li hevrikiyên 2018 yên Asyayê medala tûnc stand dibêje: Perê ku guleştgir li super lîga Îranê distînin gelekê kêmtir ji perê ku kûrsên din distînin e û ev pere têra meaş û jiyana guleştgiran nake.

Guleştgirê xûzistanî Mêhrdad Merdanî derbarê telîbûna nav tîma guleşta Oxin (Oksîn) a Xûzistanê ji bo beşdariya li super lîga ferengî ya welêt ji nûçegihanan re got: Sûper Lîg tekane çavkaniya meaşa guleşgiran e, şukra Xwedê ev lîg her sal bi beşdariya tîmên baş tê lidarxistin, herçend ku ez nizanim ji ber pandemiya Koronayê îsal pêşbirke li dar dikevin an na.  

Wî di bersiva vê pirsê de ku gelo perê ku li rêketinnaman qeyd dibe têra jiyana guleştgiran dike an na, got: Qet têrê nake, piraniya guleştgirên xûzistanî li asta neteweyî dixebitin tevî ku fikr û karê guleştgiran werziş e, perê ku ew distînin qet têra jîna wan a pêşerojê nake û perê ku didin me li gor perê ku didin kûrsên din gelekî kêm e. 

Serepeyv