May 23, 2020 12:48 Asia/Tehran
  • Amed Sporê biryara kongreyê da

Klûba Amed Sporê biryar da ku kongreya awarte li dar bixe.

Li gorî nivîsa malpera Diyarnameyê, Tîma faûtbolê ya Amedê Amed Spor di Lîga 2'yemîn a Tirkiyê Koma Spî de dilîze. Amed Spor van du salên dawî de di nav zehmetiyan de ye. Li ser van zehmetiyan par roja di meha Hezîranê (pûşper) de klûbê kongreya awarte li dar xistibû û parêzer Metîn Kilavuz ji bo serokatiya kilûbê hatibû hilbijartin.

Par rêveberiyê ligel hemû zehmetiyan ber xwe da, lê ligel her tiştî tîm di rewşek xirab de ye. Herî hindik di lîgê de rewş ev e. Li serv ê yekê rêveberên klûbê roja 19'ê gulanê li hev civiyan û

biryar dan ku kongreya awarte li dar bixin. Li gor daxuyaniya rêveberiyê roja 12'yê Hezîrana 2020'an dê kongre li Tesîsên "Şehymus Ozer" li dar bikeve, ger piranî beşdar nebin, kongre dê 19'ê mehê çêbibe.

Kilûbê li ser vê yekê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Roja 19'ê gulanê rêveberiya ma, ji bo pêşiya kilûba me ya di nav rewşa aborî ya zehmet de ye veke û hêzeke xurtir ava bike bi yek dengî biryar daye ku Kongreya Awarte saz bike."

Hin zehmetiyên Amed Sporê

Amed Spor di Lîga 2'yemîn a TFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyê) di Koma Spî de dilîze. Di dawiya 28 hefteyan de tîm bi 28 puenan di rêza 16'an de ye. Lîg ji ber vîrusa koronayê hatiye

rawestandin û TFF'ê biryar daye ku pêşbirkên Lîgên 2'yemîn û 3'yemîn roja 18'ê Tîrmehê dest pê bikin. Ji aliyê puenan ve rewşa Amed Sporê ne baş e, îhtîmala ketina bo lîgek jêrtir heye.

Başkent Akademî bi 31 puenan rêzek li ser Amed Sporê, Kirklareli û 1922 Konya jî bi 33 puenan jortir in. 6 hefte mane lîg bi dawî bibe.

Kilûbên fûtbolê piranî dewlet, şaredariyên bajaran yan jî karsazên mezin dema li pişta wan bin xurtir in û bi pêş dikevin. Heta Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di destê kurdan de bû rewşa kilûbê baştir bû, piştî sepandina qeyûman hemû çavkanî hatin çikandin. qeyûmê dest danî ser sêrwîsên otobusên Amed Sporê, li aliyê din va ev du sal in di pêşbirkên ku Amed Spor mêvane de qedexeya temaşekirinê ji bo alîgirên Amed Sporê tê dayîn. Her wiha heta niha di pêşbirkên ku Amed Spor mêvan e de rêveber û lîstikvanên wan her rastî êrîş û çêran hatine.