Tîma Robotîk a Îranê bû qaremana Pêşbirkên Cîhanî li Stonyê
Kanûn 02, 2019 17:10 Asia/Tehran
Tîma Robotîk a Îranê di rêza yekem a Pêşbirkên Cîhanî li Stonyê de cî girt.
Tîma Îranê di Pêşbirkên Cîhanî yên Robotîkê de ku bi pişkdarîya bi dehan tîmên ji 50 welatên cîhanê li Stoniyê hatin lidarxistinê, di çiqa Folek Rîsê de karî di rêza yekem de cî bigire.
Tîmên Otrîş û Kolobyayê jî di rêzên duyem û sêyem de cî girtin.
Di pişka fikir û dahênerîyê de jî tîma Îranê piştî tîmên Tirkîye û Hindê di rêza sêyem de cî girt.