Pêşbirkên Euro 2020`ê: Ingilîsê derda Çêkê, Bulgaristan û Montenegroyê jî encama beranber bi dest xistin
Tîma Futbolê ya Komara Çêkê derket pêşberî tîma Ingilîsê û lê bir û şansê xwe jibo derbasbûna nav qonaxa din weke serok zêdetir kir.
Pêşbirkên Futbolê yên qonaxa seretayî yên Euro 2020`ê şeva buhurî li Ewrûpayê hatin domandinê.
Di pêşbirka herîgirîng da Tîma Futbolê ya Komara Çêkê derket pêşberî tîma Ingilîsê û 2-1 lê bir. Tîma Komara Çêkê bi wê serketinê di rêza yekem a Koma A`yê de cî girt ta ku şansê xwe jibo derbasbûna nav qonaxa din weke serok zêdetir bike.
Tîma Futbola Bulgaristanê jî derket pêşberî tîma Montenegroyê û ew pêşbirka bi encama 0-0 bi dawî hat.
Tîmên Portugal û Logzamborgê jî derketin pêşberî hev û tîma Portugalê 1-0 lê bir. Kirîstîyano Ronaldo top derbasî kela tîma Logzamborgê kir.
Ukraynê jî 2-0 li Lîtvanîyê bir.
Fransayê 1-0 li Îslandê û Andorayê jî 1-0 li Moldavîyê bir.
Tîma Futbola Tirkîyê jî 1-0 li tîma Albanîyê bir.