Nûçegîhanê berê yê Kanala SAHAR`ê koça dawîyê kir
Tebax 15, 2019 19:06 Asia/Tehran
Nûçegîhanê berê û yekem nunerê Kanala SAHAR`ê li Herêma Kurdistana Iraqê, koça dawîyê kir.
Nûçegîhanê berê yê Beşa Kurdî ya Kanala SAHAR`ê Dawûd Rîwaz piştî tamulkirina dewreke giran a nexweşîya Penceşêrê li Têhranê emrê Xwedê kir.
Dawûd Rîwaz ji sala 1994`an ve wekî nûçegîhan li Çiqa Derve-sînor a Radyo û Televîzyona Komara Islamî ya Îranê karê xwe destpê kir û bi salan nûçe û rapor nemaze têkildarî Iraqê û Herêma Kurdistanê amade kirin.
Rîwaz herwiha yekem nûçegîhanê Beşa Kurdî ya Kanala SAHAR`ê li Herêma Kurdistanê bû.