Tebax 15, 2019 18:09 Asia/Tehran
  • Çend kurtenûçeyên Werzişî

Tîma heştkesî ya çiyagerên Îranê bi armanca yekem hewildana îraniyan li ser Çiyayê 6245 mêtrî yê Teblîs Koyê li Pamîra rojhilatî ya Tacîkistanê, yê ji sibe va hewildana xwe destpê bike.

Tîma Fûtbalê ya Lîvêrpolê bo cara şeşan bû qaremana Sûperkapa Ewropayê.

Pêşbirka Sûperkapa Fûtbala Ewropayê şeva çûyî  navbera Tîma Lîverpolê wek serketiyê Lîga Qaremanên Ewropayê û Tîma Çilsiyê wek Qaremana Lîga Ewropayê li Istenbola Tirkiyê hat lidarxistin ku encam di dawiya 90 deqîqeyan da bû 1-1.

 

Dora yekem a pêşbirkên Ewrasyayî yên Çiqa werzişî ya Bodoyê ji Pêncşemiyê va bi amadebûna werzişkarên îranî û biyanî li meydana sê hezar kesî ya Şehîdên Ahendost a Ûrmiyê dest pê bû.

 

Tîma Woşoya xortên Îranê bona beşdariya di Pêşbirkên Qaremaniya Asyayê da îşev dê berê xwe bide Broneyiyê.

 

Tîma Behrêynê bi serketina 1-0 hemberî tîma Iraqê wek mazûvana dora nehem a pêşbirkên fûtbalê yên rojavaya Asyayê, bû qaremana van pêşbirkan.