Tîrmeh 14, 2019 17:15 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Guleşta Qaremanîya Ciwanên Asyayê, Tîma Îranê ji niha ve bûye qareman

Di Pêşbirkên Guleşta Qaremanîya Ciwanên Asayê li Taylendê da 3 guleşkirên îranî derbasî fînalê û 2 guleşkir jî derbasî qonaxa rêzebendîyê bûn û bi vî wayî tîma Guleşta Ciwanên Îranê bûye qaremana van pêşbirkana.

Pêşbirkên Guleşta Qaremanîya Ciwanên Asayê li şarê Çonborî yê Taylendê didomin û di dawîya dewra seretayî da guleşkirên îranî yên kêşên 92,61 û 125 kg`ê derbasî Fînalê bûn û gulekirên îranî yên kêşên 74 û 86 kg`ê jî di qonaxa rêzebendîyê da cî girtin.

Ligorî encamên rojên yekem û duyem ên guleşkirên îranî di wan pêşbirkana de, tîma Îranê ji niha e bûye qareman.

Tîma Guleşta Azad a Ciwanên Îranê di roja yekem a wan pêşbirkan de, 3 mîdalên Zêr û mîdaleke Zîv bi dest xistin.