Tîma Serdeştê bû qehremana pêşbirkên karata jinên rojava Îranê
Tîrmeh 13, 2019 18:06 Asia/Tehran
Serdeşt bû qehremana pêşbirkên Kiyokoşîna Karateya Matsoyî ya jinên rojavaya welêt.
Berpirsa Lidarxistina van pêşbirkan roja şemiyê li gotûbêja bi nûçegîhanê IRNA`yê re got: 230 kes ji jinên Karatekar li temenên curbicure li du beşên Kata û Komîtê beşdarê van pêşbirkan bûn.
Baran Goheriyê diyar kir: Li van pêşbirkan tîma Serdeştê bi 39 medalên Zêr di pilleya yekem, tîma Baneyê bi 4 medalên Zêr di pilleya duyem û tîma Bûkanê jî bi heşt medalên Zêr di pilleya sêyem de cî girt.