May 17, 2019 14:00 Asia/Tehran
  • Baskitbolîsta îranî di rêza 10 werzişkarên serketî yên Asyayê de cî girt

Fêdêrasyona Cîhanî ya Baskitbolê (FIBA) navê baskitbolîsta îranî Seîde Elî`yê xist rêza 10 baskitbolîstên bibandor ên baskitbola sêkesî ya Asyayê û ew ``şofêra Ferrari``ya baskitbola Îranê bi nav kir.

Fêdêrasyona Cîhanî ya Baskitbolê (FIBA) derbarê vê baskitbolîsta îranî de nivîsî: Seîde Elîyê di pêşbirkên 2 kapên Asyayê de pişkdarî kirîye û di temenê 33 salîyê de di pêşbirkên kapa cîhanê de jî pişkdar bûye û yek ji werzişkarên bibandor ên baskitbola sêkesî ya Îranê ye.

Pêşbirkên Baskitbola Sêkesî yên Kapa Asyayê dê ji 24 heta 26`ê Gulanê bi mazûvanîya Çînê bên lidarxistinê û tîma Îranê jî yê di wê kapê da pişkdar bibe.