May 16, 2019 18:18 Asia/Tehran
  • Xwendekarê îranî mîdala Boronz a Pêşbirkên beza Qaremanîya Cîhanê bi dest xist

Werzişkar îranî yê bezê di Pêşbirkên Beza Qaremanîya Xwndekarên Cîhanê li Korovasîyê de di rêza sêyem de cî girt.

Werzişkar îranî yê bezê Murteza Ebbaspûr di çiqa ``bazdana di sê pêngavan de``6 mêtir û 98 santîmêtran bazda û piştî 2 werzişkarên ingilîsî di pilleya sêyem de cî girt û mîdala Boronz bi dest xist.

Pêşbirkên Beza Qaremanîya Xwndekarên Cîhanê ji 13`ê Gulanê ve li şarê Spîlît ê Korovasîyê destpê bûne.

Ew pêşbirkana bi pişkdarîya werzişkarên xwendekar ên keç û kur tên lidarxistinê û ji Îranê jî 14 werzişkarê bezê pişkdar bûne.