Guleştgirê Îranê yê kûrsa ferengî Medala zêr a wezna 87 kg bi dest xist
Adar 22, 2019 19:02 Asia/Tehran
Guleştgirê îranî yê kûrsa ferengî di wezna 87 kg de li pêşbirkên guleşta ferengî ya bin 23 salan a Asiyayê hemî hevrikên xwe işkest dan û medala zêrê wergirtin.
Li gorî rapora roja îniyê ya IRNA`yê, pêşbirkên guleşta ferengî ya bin 23 salan a qehremaniya Asiyayê li bajarê Olan Batora Moqolistanê li halê lidarxistinê ye.
Muhemed Hadî Sarewî ferengîkarên wezna 87 kg a Îranê îro îniyê di dewama van pêşbirkan bi işkesta hevrikên xwe ji Hindistan, Qirqîzistan û Moqolistan derbasî pêşbirka faynlê bû.
Ferengîkarên tîma Îranê li pêşbirka faynalê bi encama 8-0 medala zêrê wergirtin.
Tîma neteweyî ya guleşta ferengî ya Îranê duh jî medala zêrê, du medalên zîv û 2 medalên tûncê wergirtin.