Adar 17, 2019 16:58 Asia/Tehran
  • Îranê meqama dudyane rikeberiya kopa cîhanî ya guleştê aniye dest

Tîma netewî ya guleşta Îranê meqama dudyane rikeberiya kopa cîhanî ya guleştê li Rûsiyayê aniye dest.

Rikeberiya kopa cîhanî ya guleşta azad 16 û 17 Adarê li bajarê Yakutiska Rûsiyayê birê ket û tîma netewî ya guleşta Îranê li vê kêbirkêya cîhanî meqama dudyan aniye dest.
.

Tîma netewî ya guleşta azade Rûsiyayê meqama ewile vê pêşbirkêyê aniye dest.

Tîma netewî ya guleşta Îranê hetanî gihêşte fînalê li hemberî tîmên Muxulistan, Amerîka û Gurcistanê serketibû.

Tîma netewî ya guleşta Amerîka jî li hemberî Japonê serket û meqama sisyane vê pêşbirkêyê aniye dest.