Çend nûçeyên werzişî
Fêdêrasyona Cîhanî ya Têkvandoyê, Serokê Komîteya Têknîk û Pêşxistinê ya Yekitîya Têkvandoya Asyayê wekî çavdêrê têknîkê yê Pêşbirkên Têkvandoya Kapa Asyayê û Kapa Serokatîya Fêdêrasyona Cîhanî da nasandinê.
Nehemîn Dewra Pêşbirkên Kapa Asyayê yê 26`ê Sibatê û Sêyemîn Dewra Pêşbirkên Kapa Serokatîya Fêdêrasyona Cîhanî li 2 pişkên Tezelaw û Mezinan yê ji 28`ê Sibatê heta 3`yê Adarê li Werzişgeha Olempîk a Grava Kîşê li başûra Îranê were lidarxistinê.
*Di pêşbirkên şeva buhurî yên Lîga Qaremanên Ewrûpayê de hîç tîmekê nekarî topê derbasî kelê bike. Lîvêrpûl derket pêşberî Bayrên Monîxê û Barsêlon jî derket pêşberî Lîyonê ku encama her du pêşbirkan 0-0 bû.
*Pêşbirkên Olempîyada Tênîsa Ser Masê ya keşifkirina keçikên nûgîha yên devera Şeş a Îranê, li Sineya navenda parêzgeha Kurdistanê destpê bû.
* Li gorî ragihandîna Fêdêrasyona Karateya Komara Islamî ya Îranê Şadî Şerîetî Karatekara parêzgeha Kurdistanê di rêza duyem a Sûperlîga welêt da cî girt.
*Samran Kerîmî Tênîsbazê tezelaw ê parêzgeha Kurdistanê, di rêza duyem a renkînga Tênîsa Ser Masê ya Îranê cî girt.