Sibat 19, 2019 17:02 Asia/Tehran
  • Werzişkara îranî mîdala Boronz a Cîhanê di çiqa gulleavêtina bi tifinga xefik de bi dest xist

Werzişkara îranî di çaremîn roja pêşbirkên Kapa Cîhanî ya Gulleavêtina Nivîşkanan a 2019 Al Aynê de mîdala Tûnc bi dest xist.

Ruqeyê Şocayîyê karî di qonaxa fînalê ya pêşbirkên çiqa R2 a tfinga xefikê di rêza sêyem de cî bigire û mîdala Boronzê bi dest bixe. Di vê çiqê de werzişkarên Tirkîye û Çînê di rêzên yekem û duyem da cî girtin.

Duh jî Seyîd Mihemedriza Mîrşefîyî di pêşbirka fînalê ya çiqa P1`ê ya tifinga xefik di rêza heftem de cî girt lê bi biryara Komîteya Teknîkê ya Kapa Cîhanî ya Gulleavêtina Kêmendaman karî belgeya pişkdarîya li pêşbirkên Olempîkê bi dest bixe.

Pêşbirkên Kapa Cîhanî ya Gulleavêtina Nivîşkanan a 2019`ê ji 16`ê Sibatê ve li Al Ayn ê Imaratê destpê bûne û yê heta 23`yê vê mehê bidomin.