Qehremaniya tewrêziyan li lîga herîbaş a xwejordeavêtina nav avê
Sibat 18, 2019 18:40 Asia/Tehran
Tîma Kemal a Tewrêzê karî ku bibe qehremanê pêşbirkên lîga herî baş a xwejordeavêtina nav avê.
Li gorî rapora ISNA`yê, dosiya pêşbirkên lîga herî baş a xwejordeavêtina nav avê ya sala 1397`an bi lidarxistina qonaxa dudiyan hat şopandin ku li dawiya van pêşbirkan tîma Kemal a Tewrêzê bi 366 puenan bû qehreman.
Lê tîmên Kirmaşan bi 360 puenan û Nifta Têhranê 250 puenan di rêzên dudiyan û sisyan de cih girtin. Her wiha tîmên akademiya azadî û Tewrêz jî bi bidestxistina 222 puenan bi awayê hevpar li pila çaran a pêşbirkan de cih cih girtin.
Lê tîmên Kirmaşanê, Merkezî, Gîlan û Akedemiya azadiyê jî di rêzên pêncan heya şeşan de cih girtin.