Sibat 18, 2019 17:15 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Guleşta Kapa Danklof a Bulgaristanê, istêrkên guleşta Îran û cîhanê derdikevin pêşberî hev

Pêşbirkên Navnetewî yên Guleşta Azad ên Kapa Danklofa Bulgaristanê bi pişkdarîya guleşkirên navdar ên cîhanê yên wekî Baroz, Snaydêr, Çamîzo, Akgûl û Pêtêryaşvêlî tên lidarxistinê.

Di wan pêşbirkana da ku di rêza renkînga Yekitîya Cîhanî ya Guleştê da ne, guleşkirên ûris pişkdar nabin lê, amerîkî yê bi Corden Baroz û Kayl Snaydêr qaremanên cîhan û Olempîkê di kêşên 74 û 97 Kg de û Tirk jî yê bi pirranîya guleşkirên xwe yên navdar ji wan Taha Akgûl qaremanê kêşa giran ê cîhan û Olempîkê pişkdar bibin.

Tîma Guleşta Azad a Îranê jî yê bi Hesen Rehîmî, Mistefa Hisênxanî, Hesen Yezdanî, Riza Yezdanî û Pervîz Hadî di Pêşbirkên Navnetewî yên Guleşta Azad ên Kapa Danklofa Bulgaristanê de pişkdar bibe.

Pêşbirkên Navnetewî yên Guleşta Azad ên Kapa Danklofa Bulgaristanê yê ji 29`ê Sibatê ve heta 2`ê Adarê li bajarê Rûsê yê Bulgaristanê bên lidarxistin.