Sibat 14, 2019 15:50 Asia/Tehran
  • 2 keçikên tênîsbaz ên Îranê ji qonaxa seretayî ya Pêşbirkên OPEN ên Çêkê derbas bûn

Şîma Sefayî û Perînaz Hacîlû 2 keçikên tênîsbaz ên îranî karîn ku ji qonaxa yekem a Pêşbirkên Tênîsa OPEN a Cîhanê li Çêkê derbas bibin.

Qonaxa yekem a Pêşbirkên OPEN ku ji duh ve li Çêkê destpê bûye didome û Perînaz Hacîlû tênîsbaza îranî di yekem pêşbirka xwe da ji reqîba wêlzî bir lê li hemberî reqîbên xwe yên ji Çêk û Japonê derda. Lê bi saya xalên ku bi dest xistibûn karî wekî kesa duyem a koma xwe derbasî qonaxa duyem bibe.

Şîma Sefayî jî derket pêşberî reqîbên xwe yên ji Sengapûr û Norwejê û ji wan bir lê, li hemberî reqîba xwe ya ji Çêkê derda. Tevî vê yekê wê karî ku wek kesa yekem a koma xwe derbasî qonaxa din bibe.

Perînaz Hacîlû yê îşev derkeve pêşberî reqîbeka ji Romanîyê û Şîma Sefayî jî yê derkeve pêşberî reqîbeke îtalyayî.