Sibat 11, 2019 11:56 Asia/Tehran
  • Nûnerê Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê: Pêşwaziya gelê Kirmaşanê ji Kapa Textî bêmîsal bû

Aşûk Komar Nûnerê Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê, pêşwaziya temaşekerên kirmaşanî ji pêşbirkên navneteweyî yên Guleşta Azad a Kapa Textî gellek baş da zanîn.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Aşûk Komar dadwerê Olempîkê ji welatê Hindê û Nûnerê Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê di Sî û nehemîn dora Pêşbirkên Navneteweyî yên Guleşta Azad a Kapa Textî bi gotina vê yekê, her wiha ragihand: Sî û nehemîn dora Pêşbirkên Navneteweyî yên Guleşta Azad a Kapa Textî bi amadebûna guleştgirên nasyar ên guleşta Îran û Cîhanê hitbareka bilind li nav tornemintên navneteweyî yên cîhanê bi dest xistiye.

Nûnerê Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê derbarê rewşa mazûvaniya vê dora pêşbirkan her wiha got: Bajarê Kirmaşanê mazûvanek gellek baş jibo van pêşbirkan bû û her tişt ji hêla cihanîn, organîzekirin û lidarxistinê bi awayekî baş an çêtir e bêjim Gellek Baş pêk hat.

Dadwerê Olempîkê yê Guleştê her wiha got: Gelê Kirmaşanê pêşwaziyeka pirr rind ji van pêşbirkan kirin ku ev yek jibo min û tîmên beşdar balkêş û bêmîsal bû.

Komêr di dawiyê da got: Heta niha ez bi caran hatime Îranê û ez bawer im ku temaşekerên îranî baştirîn in. Lidarxistina pêşbirkan jî baş pêşve çû û temaşekeran qaremanên xwe han didan û bi nêrîna min divê qedrê van sermiyanên sereke yên werzişê bê zanîn.

Sî û nehemîn dora Pêşbirkên Navneteweyî yên Guleşta Azad a Kapa Textî bi amadebûna guleştgirên 9 welatên biyanî û guleştgirên nasyar ên Îranê di rojên 18 , 19ê meha Behmenê da li hola Îmam Xumênî (Re) ya Kirmaşanê hat lidarxitin û di dawiyê da tîma Îranê bû yekem.