Sibat 06, 2019 18:10 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên navnetewî yên Kişika Kapa Paytextê destpê bûn

Sêyemîn Dewra Pêşbirkên Navnetewî yên Kişika Kapa Paytextê ji îro ve bi pişkdarîya kişikbazên ji 10 welatan destpê bû.

Serokê Desteya Kişika Parêzgeha Têhranê got: Pêşbirkên Navnetewî yên Kapa Paytextê mideha 9 rojan yê li salona Fêdêrasyona Kişika Îranê werin lidarxistin.

Wî herwiha dîyar kir ku 400 kişikbazên jin û mêr di wan pêşbirkana da amade bûne û kişikbazên ji Swîs, Çîn, Ingilistan, Ermenistan, Azerbaycan, Gurcistan, Fransa, Efganistan, Alman û Îranê yê bi hev ra bikevin rikeberîyê.

Serokê Desteya Kişika Parêzgeha Têhranê herwiha got: Pêşbirkên Navnetewî yên Kişika Kapa Paytextê di 9 dewran de yê bi şêwaza Swîsî di sê pilleyan da werin lidarxistin.

Li gorî gotina Serokê Desteya Kişika Parêzgeha Têhranê kesên bijare yê li gorî qanûnên Fêdêrasyona Cîhanî ya Kişikê werin kivşkirinê.