Çile 14, 2019 18:21 Asia/Tehran
  •  Beşdariya sê pîngpongbazên îranî li pêşbirkên opên ên cîhanî yên Hungarîyayê

Pêşbirkên tenîsa ser maseyê ya opena cîhanî ya Hungarîyayê ji sibê ve bi beşdariya sê werzişkarên Îranê yê destpê bibin.

 Li gorî rapora Mêhr Newsê,219 pîngpongbaz ji welatên curbicur di pêşbirkên opên ên cîhanî yên Hungaryayê da pişkdar in ku ji sibê sêşemiyê ve li Bûdapostê yê destpê bibin.

 Noşad Alemiyan, Emîn Ehmediyan û Sirûş Emîrîniya jî wek pîngpongbazên Îranê beşdarê van pêşbirkan bûne. Cemîl Lutfullahneseb rahêneriya van pîngpongbazan dike.

Li gorî pişkavêtina derbarê pêşbirkên tenîsa ser maseyê ya opêna cîhanî ya Hangarînê, Nûşad Alameiyan derket pila sereke.

Emîn Ehmediyan yê sibê bi Îtalyayê re bilîze û Sirûş Emîrîniya jî dê bi hevrikekî ji Danîmarkayê re bilîze.