Çile 14, 2019 13:20 Asia/Tehran
  • Kapa Futbola Gelên Asyayê, Uzbekistan 4 Tirkmenistan 0

Tîma Futbolê ya Uzbekistanê ji tîma Tirkmenistanê bir û derbasî qonaxa bijartina 8 tîmên serketî yên Kapa Gelên Asyayê bû.

Tîma Futbolê ya Uzbekistanê di çarçova pêşbirkên Kapa Gelên Asyayê da derket pêberî tîma Tirkmenistanê û 4-0 jê bir û derbasî qonaxa bijartina 8 tîmên serketî yên vê kapê bû.Sêydêkov di xuleka 17`ê, Êldar Şahmiradov di xulekên 24 û 43`yê û Maşarîpov di xuleka 40`î de top derbasî kela tîma Tirkmenistanê kirin.

Hivdehemîn dewra Pêşbirkên Kapa Gelên Asyayê ji 3`yê Çille va bi pişkdarîya 24 tîman li Imaratê destpê bûye.