Tîma neteweyî ya guleşta azad a tîma Omîdê dewsa temendaran diçe kapa cîhanî
Tîma neteweyî ya guleşta azad a Omîd beşdarê pêşbirkên kapa cîhanî ya Rûsiyê dike.
Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê peywendiyên giştî yên federasyona guleştê, piştî lidarxistina civîna hevpar Hemîd Benî Temîm berpirsê federasyonê bi endamên kadra teknîkî ya tîma neteweyî ya temendaran û rahênerê tîma neteweyî ya Omîdê û piştî hilkolandinê biryar hat dayîn ku ji ber daxwaza Elîriza Rizayî rahênerê tîma neteweyî ya Omîdê, ev tîma bi nûneratiya ji guleşta Îranê beşdariya kapa cîhanî ya 2019`an a Rûsiyê bike.
Biryar e piştî hewahengiya navbera kadra teknîkî ya tîma neteweyî ya temendaran û Omîdê, pêkhateya tîma şandî bo beşdariya li kapa cîhanî were raghandin.
Pêşbirkên kapa cîhanî ya guleşta azad dê rojên 25 û 26 û Reşemê li Yakotska Rûsiyê were lidarxistin.