Îranê li Kapa Netewên Asyayê ji Wiyêtnamê bir
Çile 12, 2019 20:09 Asia/Tehran
Tîma Netewî ya Fûtbola Îranê bi encama 2- 0 ji Wiyêtnamê bir û îzna beşdariya li qonaxa hezfî ya Kapa Netewên Asyayê wergirt.
Li gorî rapora roja Şemiyê ya IRNA`yê, Tîma Netewî ya Fûtbola Îranê li lîstika xwe ya duyemîn a li Kapa Netewên Asyayê 2019`an bi Wiyêtnamê re lîst û 2- 0 ji vî tîmî bir.
Ev lîstika ji saet 14:30 deqîqeyan li werzişgeha Alê Nehyan a bajarê Ebûzebiyê û ji koma 4`an a pêşbirkan hate lidarxistin. Mihemedteqî Ceferî ji Sengapûrê hekemê vê lîstikê bû.
Karlos Kêyroş tîma Îranê bi sê guherînan anegorî lîstika berê xiste meydanê ku Wûrya Xefûrî, Mihemedhisên Kenanîzadigan û Saman Qudusî danî dewsa Ramîn Rizaîyan, Seyîd Mecîd Hisênî û Mehdî Turabî.
Wîyêtnam li lîstika yekem li hember Iraqê bi encama 3- 2 derdabû.