Çile 10, 2019 16:21 Asia/Tehran
  •  Medala zîvê bo Îranê li pêşbirkên duçerxesuwariya Dehremaniya Paraasiyayî ya 2019`an

Nûnerê Îranê li pêşbirka faynala şopandina takekesî ya pêşbirkên Dehremaniya Paraasiyayî ya 2019`an medala zîvê bi dest xist.

 Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya IRNA`yê, ev pêşbirk ji 8 Çilleya îsal li Cakartaya paytexta Endûnizyayê destpê bû û Mehdî Muhemedî li beşa  şopandina takekesî ya  Parasaykilinîgê pişt nûnerê welatê mazûvan derket pila dudiyan.

 Muhemedî sala 2018`an  li pêşbirkên  Qehremaniya Asiyayê û  li vê beşê medala zêrê bidest xistibû.

 Pêşbirkên  Duçerxeajotinê ya qehremaniya Asiyayê yek ji pêşbirkên  giring ên bidestxistina  pişka olempîka sala 2020`an a Tokyoyê ye.

 Pêşbirkên Duçerxeajotinê yên qehremaniya Paraasiyayî ya 2019`an  heya yekşemiyê 13 Hezîranê li Cakartayê didomin.