Çile 10, 2019 09:36 Asia/Tehran
  • Encamên din ji pêşbirkên roja Çarşemiyê ya Kapa Fûtbalê ya Gelên Asyayê

Li pêşbirka din a Koma F li Kapa Fûtbalê ya Gelên Asyayê, Çartşemiyê bi şev Ozbekistanê bi encama 2-1 ji Umanê bir. xmedof û Şomiradof golên ozbekan û Muhsin El Qesayî golên Umanê lêdan.

Li Koma E tîmên Qeter û Libnanê çûn pêşberî hevdu ku di dawî da Qeterê bi du golên Hişam û Ebdullah ji Libananê bir.

Dora duyem a qonaxa komkî ya Kapa Fûtbalê ya Gelên Asyayê îro anku Pêncşemiyê dest pê dibe ku ji Koma A di saet 14 û 13 deyqe da li gorî dema Têhranê, Tîma Behrêynê diçe pêşberî Taylendê û ji saet 19 û 30 deyqe da tîma Imaratê diçe pêşberî Hindê ku di serê komê da ye.

Li Koma B jî Urdin ûSûriye ji saet 17 va diçin meydanê.

Dora hevdehem a Kapa Fûtbalê ya Gelên Asyayê bi amadebûna 24 tîman bi mazûvaniya Imaratê tê lidarxistin.