Japonya 3- Tirkmenistan 2
Tîma neteweyî ya Japonyayê li pêşbirka xwe ya ewilî li kapa gelên Asiyayê 2019`an ji Tirkmenistanê bir.
Li gorî rapora koma nûçeyên werzişî ya malpera nûçana Roxê, tîma neteweyî ya fûtbola Japonyayê ji siet 14:30 li gor dema Têhranê li yekim pêşbirka xwe li qonaxa komî ya kapa gelên Asiyayê ji koma F li werzişgeha Alê Nehyan a Ebûzebiyê bi Tirkmenistanê re leyîst.
Japoniyan li nîva ewil a pêşbirkê tevî êrişên curbicur derfeteke nû bo gollêxistinê tinebûn û li vê navberê Tirkmenistanê bi leyîzekek mentiqî karî li deyqa 26`an bi şûta Erselanmurad Êmanofm kapîtana wê bi ser keve û serê axir li nîva ewil bi encama 1-0 ser xêra Tirkmenistanê bi dawî bû.
Japoniya li nîva duwem bi micidî pêşbirk destpê kirin û karîn li deyqa 56an a Osakoyê encama pêşbirkê bikin yek. Japoniyan dev bernedan û êrişên van du beramber bûn heta ku piştî du deyqan êdî Osako gola xwe ya dudiyan a xwe û tîma xwe lêxist. Samûrayî li deyqa 71 an ji aliyê Duwan gola xwe ya sisyan lêxistin.
Tirkmenistanê çend êriş ser derwaza Japonyayê kirin û serê axir li deyqa 79an êrişkirê Tirkmenistanê Elîriza Fexanî hekemê îranî yê vê lîstkê qayîl kir ku pênaltiyeke ser qezanca wxe raghîne û tirkman ji ser niqta pênaltiyê gola wxe ya dudiyan ji aliyê Atayofî lêxistin. serê axir ev pêşbirka bi encama 3-2 ser xêra samûraiyan bi dawî hat.