Çile 09, 2019 18:20 Asia/Tehran
  •  Nûçeyên werzişê

Kesê pila heftan ê Asiyayê bo tîma duçerxeajotina ciwanan a Îranê li pêşbirkên duçerxeajotinê yên pîsta qehremaniya Asiyayê 2019`an , tîma Îranê li pila heftan a pêşbirkên şopandinê yên tîmî li beşa ciwanan sekinî.

 Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRNA`yê, û li gorî raghandina  federasyona  duçerxeajotinê, pêşbirkên  qehremaniya Asiyayê li beşa  pîstê bi mazûvaniya Endûnizyayê li pîsta  duçerxesuwariya  bajarê Cakartayê ji vê sibê destpê bû û nûnerên  welatê me li beşa şopandina tîmî ya pila ciwanan yekim werzişkarên  îranî bûn ku çûn ser pîstê.

- Sîna  Moqîmî, randa ewil a pêşbirkên  navneteweyî yên tenîsa Îmaratê bi serketina  li hember nûnerê Hindistanê bi dawî kir. Li gorî rapora  banka  werzişê û ji zarê peywendiyên  giştî yên federasyona tenîsê, randa ewil a cedwela sereke ya pêşbirkên navneteweyî ya tenîsa ciwanan li Fecîra Îmaratê hat lidarxistin û Sîna Moqîmî ji Îranê bona gihêtina bi qonaxa din a lîstikan bi tenîsorek ji Hindistanê re lîst. Sîna Moqîmî îro bona gihêştina bi koma 8 tenîsorên  herîbaş ên pêşbirkan bi tensîrek ji Rûsiyê re dilîze.

 -  Roja pêncan a pêşbirkên kapa gelên  fûtbola Asiyayê, bilidarxistina  sê pêşbirkên din tê şopandin û tîma  herî şanaz dê here meydanê. 17 mîn  dewra pêşbirkên  kapa gelên Asiyayê gihêşt roja pêncan û îro  du pêşbirk ji koma F û tek lîstika  koma E li bajarên  Ebûzebiyê, Şarcê û El-Eynê tên lidarxistin.