Çile 08, 2019 17:58 Asia/Tehran
  • Pesna FIFA`yê ji Tîma Netewî ya Fûtbola Îranê

Federasyona Navnetewî ya Fûtbolê (FIFA), duşemiyê bi şev li malpera xwe pesna Tîma Netewî ya Fûtbolê ya komara Îslamî ya Îranê da.

Li gorî rapora IRNA`yê, malpera Federasyona Navnetewî ya Fûtbolê (FIFA) piştî serketina Îranê li hember Yemenê nivîsî: Qaremana sê dewrên Kapa Netewên Asyayê hema ji destpêka pêşberkê va pirr baş bû. Tîma Netewî ya Fûtbolê ya Îranê, bi awayeka teqil li hember Yemenê bir û hêza xwe nîşanî tîmên din da.

Tîma Netewî ya Fûtbolê ya komara Îslamî ya Îranê. yek ji îdiakerên sereke yên bidestxistina qaremaniya dewra 17`an a Pêşbirkên Kapa Netewên Asyayê, li yekemîn lîstika xwe ya di van pêşbirkan de 5- 0 ji Yemenê bir.

Lîstika di navbera tîmên netewî yên fûtbola Îran û Yemenê de li koma 4`an a dewra 17`an a Pêşbirkên Kapa Netewên Asyayê, ji saet 19:30`an a roja duşemiyê ser dema Têhranê li werzişgeha Mihemed Bin Zayid a Ebûzebî ya Imaratê hate lidarxistin û tîma Îranê karî bi encama 5- 0 ji Yemenê bibe.

Mehdî Tarimî di deqîqeyên 12 û 25, Eşkan Dijage, di deqîqeya 23`an, Serdar Azêmûn, di deqîqeya 53`an û SamanQudûs di deqîqeya 78`an de ji bo Îranê gul lêxistin.

Ryuji Sato (Riyûcî Sato) ji Japonyayê, hekemê vê lîstikê bû.

Tîma Netewî ya Fûtbola Îranê li lîstika xwe ya duyemîn a li Kapa Netewên Asyayê, wê roja şemiyê, 12`ê Çilê li hember tîma netewî ya Wîyêtnamê bilîze.