Kapa gelên Asiya-Îmaratê
Çile 07, 2019 17:13 Asia/Tehran
Tîma neteweyî ya Hindistanê, yekim pêşbirka xwe ji pêşbirkên kapa gelên Asiyayê bi serketina li hemberî Taylendê bi dawî anî.
Li gorî rapora Mêhr News`ê, duyemîn roja 17`emîn dewra pêşbirkên kapa gelên Asiyayê ji sietên 17`ê duh ve bi pêşbirka tîmên neteweyî yên fûtbola Hindistanê û Taylendê li werzişgeha Alê Nehyan a Ebûzebiyê hat şopandin ku hindûyan 4-1 ji hevrikê birin.
Çetrî di xulekên 26 û 47`ê da, Tapa di xuleka 68`an û Lalpixloa jî di xuleka 80`yî da top derbasî kela tîma Taylendê kirin û Dangda ji tîma Taylendê jî di deyqa 33`yê da top derbasî kela tîma Hindûstanê kir.