Çile 06, 2019 17:51 Asia/Tehran
  • Dewra hevdehan a Pêşbirkên Fûtbolê ya Neteweyên Asyayê / Di yekemîn pêşbirkê da Tîma mazûvan xwe ji derdanê filitand

Yekem pêşbirkeya dewra 17-an a Fûtbalê ya Kûpa Neteweyên Asyayê hevrê digel rawestana tîma mazûvan bû.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB Newsê, Pêşbirka destpêkê ya Dewra hevdehan a Pêşbirkên Fûtbolê ya Neteweyên Asyayê şeva çûyî di saet 20ê da li gorî dema herêmî di navbera tîmên netewyî yên Fûtbalê yên Imarat û Behrêynê da li werzişgeha Ziyad Sport Sîtiyê hat lidarxistin ku encama wê bû 1-1. Mihemed El Rumehanî di deyqeya 78ê da ji bo Behrêynê  ûEhmed Xelîl di deyqeya 87 da ji ser nuxteya Pênaltiyê gola Imaratê derbasî derwazê kir.

Li vê pêşbirkê ku derdora 25 hezar temaşegerên Imaratî ji nêzik va lê temaşe dikirin, şagirtên Albêrto Zakêronî di tîma neteweyî ya Imaratê da berovajoya  çaverêtiyê, pêşbirkeka êrîşker nelîstin.

Imaratiyan ku beriya destpêbûna van pêşbirkan kampên amadekariyên yên baş hebûn, di nîveka duyem a pêşbirkê da bi guhertinên zakêronî, di heman deyqeyên destpêkê lîstoika xwe ya êrîşker nîşan da, lê nekarîn gol bikinm da ku behrêynî li ser hişê zêde yê Hafbekên xwe di deyqeya 78 da bipêşbirkeka komî gol bikin.

Piştî vê golê, tîma mazûvan, tam kete rewşa êrîşê da ku di dawî da karî di deyqeya 87ê ji ser nuxteya Pênaltiyê û ji aliyê Ehmed Xelîl va gola beranberiyê derbasî nav derwzeyê bike.