Kanûn 08, 2018 15:28 Asia/Tehran
  • Îran bû qaremana Pêşbirkên Navnetewî yên Bazdana Ji Pilleyan

Werzişkarên îranî di Pêşbirkên Navnetewî yên Bazdana Ji Pilleyan de bûn qareman.

Di pişka jinan a Pêşbirkên Navnetewî yên Bazdana Ji Pilleyan de Semane Isfendyarî ji Îranê, Eva Îzabel ji Almanê û Perîsa Ibrahîmî ji Efganistanê bi awayê rêzê di rêzên yekem, duyem û sêyem de cî girtin.

Di pişka mêran da jî, Îman Kûşkî, Hamid Îranxwah ji Îranê di rêzên yekem û duyem de cî girtin ş Ebbas Mûsewî ji Efganistanê jî di rêza sêyem da cî girt.

Pêşbirkên Navnetewî yên Bazdana Ji Pilleyan bi amadebûna sefîrên Nîkaragua, Serîlanka, Fîlîpîn, Qibris, bengiladêş û hin werzişkarên ji Ingilîs, Swîs, Fransa, Bulgaristan, Sûrîye, Urogua, Efganistan, Endonezî, Alman û Îranê duh li Têhranê hatin lidarxistin.