Kanûn 08, 2018 08:30 Asia/Tehran
  • Tîma Handballa Îranê ji tîma Hong Kongê bir

Tîma Handbolla Jinên Komara Islamî ya Îranê duh di qonaxa duyem a Pêşbirkên Qaremanîya Asyayê da ji tîma Hong Kongê bir.

Tîma Handbolla Jinên Komara Islamî ya Îranê duh di qonaxa duyem a a 17`emîn Dewra Pêşbirkên Qaremanîya Asyayê da ku bi mazûvanîya Japonê tên lidarxistinê, 19-17 ji tîma Hong Kongê bir. 

Tîma Australyayê jî karî ku 31-27 ji tîma Hindê bibe û bibe reqîbê herî dawîyê yê Îranê di van pêşbirkana da ji bo bidestxistina pilleya pêncem.

Tîma Handbolla Jinên Komara Islamî ya Îranê bi tîmên Japon, Qazaqistan, Australya û New Zelandê ra di komekê da cî girtibû ku li hemberî tîmên Japon, Australya û Qazaqistanê derda û ji tîma New Zelandê bir û di rêza çaran a Koma A da cî girt.